Rojnama El Ereb cih da rewşa li başûrê Kurdistanê û vê nirxandinê kir

Siyasetmedarên Kurd hişyarî da, heke hilbijartin taloq bibe dê li ser statuya başûrê Kurdistanê xeteriyên mezin çêbe.

Ji ber nakokî li ser qanûna hilbijartinan di navbera her du partiyên sereke (PDK û YNK) de hene.

Rojnameya Şerq El Ewsat jî ji bo encamên serdana Erdogan a li Qahîrê cih veqetand.

Rojname dibêje rêberê giştî yê Îxwanan ê Misrê Mehmûd Hisên dibe ku ji Tirkiyê were qewitandin.

Wekî sedem jî dibêje, ji ber nasname li gorî yasayan nehatine derxistin, dibe papaporta wî û ya hevjîna wî were betalkirin.

Rojnameya indipentid a erebî jî li ser Ukrayna nûçeyek belavkiriye û dibêje

Windakirina bajarê Avdiivka, wê zehmet bike ku Ukrayna carek din bajarê Donestkê bidest bixe.

Rojname vê dibêje

Windakirina Avdiivka, nayê wateya windakirina şer, lê hilweşîna vî bajarî li ser dînamîkên jeopolîtîk ên şerê li Ukraynayê xwedî girîngiyeke sembolîk a mezin e, ji ber vê dibe ku bandorên vî şerê ji herêma Donbasê dûrtir bin û çirûskên wê bigihêjin paytextên rojavayî.