Şahî ji aliyê komîteya piştevaniyê ya Dem Partî ya Depê li Hambûrgê salona Hît Hausê pêkhat

Xelkê Depê yên li Hamburgê beşdar bûn.

Ji komîteya amadekar Îlhan Akdenîz ji bo jinûve bidestxistina îradeyê bang li gel kir ku piştgirî bidim Dem Partiyê.

Parlamenterê SPD’ê yê Hambûrgê Alî Riza Şîmşek, şaredarê berê yê Depê Bûrhan Kocaman û parlementerê berê yê Mûşê Dr Ahmet Yildirim jî axivîn.

Ji herkesî xwestin xwedî li rumeta xwe û nirxên xwe derkevin

Piştî axavtinan Ozan Pîro Genlîk, Hozan Hesen, Hozan Amed, Hozan Hekîmo, Hozan Bênav û Grûp Yorem hunera xwe pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû