Newroz wê îsal li binarê Qendîlê bi dirûşma “Ji bo Rêber Ocalan azadî, ji bo pirsa Kurd çareserî” bê pîroz kirin

Komîteya Amadekar a Newroza Qendîlê daxuyanî da çapemeniyê û banga tevilbûna newrozê li gel kir.

Emîne Mihemed li ser navê komîteya amadekar a Newrozê daxuyanî da û got:

Şahiya îsal a Newroza Qendîlê roja 21’ê Adarê di saet 12:00’an wê destpê bike.

Emê îsal Cejna Newrozê di meha pîroz a Remezanê de pîroz bikin. Werin li beramberî dijminan helwesta xwe diyar bikin û bi hevre banga serkeftinê bidin û bêjin em ê li beramberî we serî netewînin.

Bi pêşengtiya Rêber Apo û Tevgera Azadîxwaz a gelên herêmê emê newrozê pîroz bikin. Meşaleya Newrozê 2724 salin venemiriye, rêya me ronî dike û rê nîşanî me dide.

Gelê me yê welatparêz, meşaleya Newrozê niha li hemû çiyayên Kurdistanê, li ser çiyayê Zap, Metîna, Ava Şîn û Zagrosan di destê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de ye. Meşaleya ku niha li Çiyayê Qendîla pîroz e, werin em bi hevre wî agirê Newrozê geş bikin. Werin em bihevre cejna herî kevin a netewî pîroz bikin û banga azadiya Rêber Apo bikin.