Li mezraya Kokê ya gundê Qedişt ê girêdayî navçeya Hênê ya Amedê cîsmek teqiya.
Di encama teqînê de Omer Koç ê 18 salî û H. Koç ê 15 salî ku pez diçerandin birîndar bûn.
Omer Koç li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Birayê din ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.