Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Me bi xemgînî zanî ku nivîskar, rojnamevan û têkoşgerê hêja Celal Başlangiç wefat kiriye.

Destpêkê em ji malbat, xizm, dost û civata çapemeniyê re sersaxiyê dixwazin.

Bê guman windakirina dostekî wiha têkoşer, pir giran e.

Celal Başlangiç bi sekin û têkoşîna xwe li cihê rast sekinîn çawa ye, nîşan kir û bi vî rengî bûye mirovekî hêja yê têkoşînê.

Di demên herî zehmet de bi têkoşîna gelê Kurd re bû ku her kes ji vê têkoşînê direvî û ji nedîtî ve dihat.

Her cure xeterî li ber çav girt û êş, zehmetî û komkujiyên ku bi serê gelê Kurd hatine, nivîsand û anî ziman.

Gelek sûcên ku dewletê li Kurdistanê kirî, derxist holê û têkildarî rastiyê raya giştî agahdar kir.

Sûcên dewletê yên li Kurdistanê, derxist holê û tevkariyeke mezin kir ku rastiya dewleta Tirk bê dîtin.

Bûye dostekî rast ê gelê Kurd û lêgerînvanekê mezin.

Ji ber ku rastî digotin û bi têkoşîna bi maf a gelê Kurd re bû, ji aliyê dewletê ve zext û ceza lê hatine ferzkirin.

Lê serî li ber ti zext û gefan netewand û dest ji eşkerekirina heqîqetê berneda.

Heta kêliya wefat kirî, bi çapemeniya azad re di nava piştevaniyê de bû.

Weke tê zanîn ji ber piştevaniya xwe ya bi çapemeniya azad re, rû bi rûyê zext û cezayan ma û lewma neçar ma ku biçe sirgûnê.

Di sirgûnê de jî sekin, helwest û têkoşîna xwe domandiye. Çapemeniya Kurd gelek tiştan deyndarê wî ye.

Em bi rêzdarî bejna xwe li ber hevrêtiya wî ya bi gelê Kurd re, vegotina wî ya bi wêrekî ya rastiyê, baweriya wî ya bi têkoşîna demokrasiyê û hewldanên wî yên ji bo van hemû nirxan ditewînin.

Car din ji malbat, xizm, dost û civata çapemeniya azad a demokratîk re sersaxiyê dixwazin.”