Ji pêncşema borî 21’ê kanûnê ve, Li gundê Hespistê yê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê leşkerên artêşa tirk a dagirker dorpêç dinanîn.
Bi hinceta ku “îxbar heye” artêşa dagirker operasyona leşkêrî da destpêkirin.
Li gel destpêkirina operasyonê, leşkeran ketin û derketina gund qedexe kirin û gund dorpêç kirin.
Hat destnîşankirin ku ev dorpêça ji 21’ê mahê ve dest pê kiriye didome.
Gundiyan ragihand ku leşkeran di ketina gund de konên xwe vedane û li wir bi cih bûne.
Gundiyên ku çûn û hatina wan hatiye qedexekirin, ev bi rojane nikarin pêwîstiyên xwe yên rojane bi cih bînin, banga bihîstiyariyê kirin, xwestin ev dorpêç tavilê bi dawî bibe.