Li eyaleta Farsê ya Îranê, ku li başûr rojavayê welêt e, bi dema herêmî saet di 09:35’an de erd hejiya.

Li gorî daneyên Navenda Sîsmolojiyê ya Neteweyî ya Îranê, erdheja bi dijwariya 5.2 pileyî li gundê Dorzê pêk hat.

Erdhej bi 10 kîlometreyan li binê erdê qewimî û têkildarî encamên wê heta niha daxuyaniyek nehatiye dayin.