Bahoza tozê ku ji serê meha Nîsanê li Iraqê rabûye, bandoreke giran li paytext Bexda û başûrê welêt dike.

Hat diyar kirin ku zêdetirî 400 kes ji ber bahoza tozê li başûr û naverasta welêt nexweş ketine û ji ber bêhntengiyê rakirin nexweşxaneyê.

Hat zanîn ku li Bexda zêdetirî 100, Necefê zêdetirî 70, Diyalê 50, Anbayê zêdetirî 50, Babilê zêdetirî 100 û li Divaniyê, Sîmava û Meyasanê bi dehan kes hatin rakirina nexweşxaneyê.

5 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Ji ber bahoza tozê firîna balafiran a li balafirgehên navneteweyî yên Bexda û Necefê hatin rawestandin.

Ji ber bahoza tozê ku li Iraqê ji hefteya borî ve bi bandor bû, 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 717 kes jî hatine rakirina nexweşxane. Li Hewlerê firîna balafiran hat rawestandin.