Piştî pîrozbahiya Newrozê ya li Belçika bajarê Leuvenê, Kurdistanî vedigeriyan malên xwe.

Dema ku Kurdistanî, bi rengê konvoyê ji bajarokê Heûsden-Zolderê derbas dibûn rastî êrişa faşîstên Tirk hatin.

Komên faşîst yên Tirk, bi tekbîr û gotina Allahuekber êrîşî Kurdan kirin, gelek wesayit derp kirin û gelek Kurdistanî jî birîndr bû.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku faşîstan hewl dan derdora 40 kesên ku ketin malekê bişewitînin.

Heman çavkaniyan got, faşîstên Tirk xwestin Kurdan linc bikin û gelek kes jî birîndar bûn.

Di dîmenên di medya dihjîtal de derketin jî xuya dikir ku gelek kes li erdê dirêjkirî bûn.

Koma Tirkên faşîst çeteyên MHPê, bi destên xwe nîşan didan û sembola kesk û sor û zer û ala herêma Kurdistanê şewitandin.

Kurdên ku çûne cihê bûyerê kesên li malekê asê mabûn rizgar kirin û êrîşa faşîstên Tirk şermezar kirin.

Piştî êrişê gelek tîmên polîsan ber bi cihê bûyerê ve hatin şiyandin û helîkoptereke polîsan li ser bajarok geriya.