Li gorî medya Îsraîlê derdora 2 hezar kes bi banga li ser Facebookê ya tevgera bi navê ‘Alên reş’ li qada Îzak Rabîn li hev kom bûn.

Çalakgeran nerazîbûn nîşanî hevdîtinên ji bo avakirina hikumetê ya navbera Serokwezîrê heyî Benyamîn Netanyahû û lîderê Tevgera Şîn-Spî yê rastgir Benny Gantz da.

Çalakgeran maskeyên reş dan ber devê xwe, bi giranî kincê reş li xwe kirin û bi qasî du metreyan xwe ji hev vegirtin. Li gorî daneyên fermî yên welêt 13 hezar kes bi vîrûsa Covîd-19 ketin û 172 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Çalakgeran alên reş hildan û bi vî rengî bal kişandin ser gefên li ser demokrasiya Îsraîlê.