Dewleta Tirk a dagirker bombe li nuqteyeke nêzî Zînî Wertê barand ku bi rojane alozî lê zêde bûye.

Li gorî nûçeyan Rojnewsê, balafirên şer ên Tirk saet di 04:30’î de bombe li çiyayê Ehmed barand ê li navbera gundê Zergelê û Zînî Wertê yê Qendîlê.

Li gorî agahiyên destpêkê tiştek bi kesî nehat, lê belê xisara madî çêbû.

Çiyayê Ehmed ew dever e ku bi taybetî şêniyên Zergelê û Zînî Wertê biharê diçin hevdana pincaran, lewma êrişên dewleta Tirk gefê li jiyana sivîlan dixwe.

Êrişa Tirkan di demekê de tê kirin ku PDK’ê hêza leşkerî li Zînî Wertê bi cih kiriye û ji ber vê yekê jî alozî mezin bûye. Liv û tevgera leşkerî ya li vê herêmê, ji ber ku li gel dewleta Tirk tê kirin, weke hewldanek li dijî PKK’ê tê dîtin.