Li Îtalyayê di demekê de ji ber şewba koronayê di warê aborî û tenduristiyê de hê jî krîzên heyî derbas nekirî, piştî vekişîna Vîva Îtalîa ya ku hevparê koalîsyonê bû û şûnde li şûna hikûmeta koalîsyonê ya ku têk çûye, yeke nû tê avakirin.

Marîo Draghî yê ku demekê erka Serokatiya Banka Navendî ya Ewropayê (BCE) dikir, duh bi awayekî fermî erka avakirina hikûmetê erê kir. Draghî ji ber erka xwe ya berê diyar kir ku wê polîtîkaya lîberal ku welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ew têk dabû birêve bibe, xwe amade dike ku hikûmetek ji siyasetmedar û teknokratan  pêk tê ava bike.

Diyar bû ku hikûmeta Draghî ava bike ji bo wezaretên girîng wê kesên teknokrat hilbijêre. Di nava van de Wezareta Aborî û Xizîneyê jî heye. Derket holê ku ji bo vê erkê Danîele Franco yê ku hê jî kesê duyem ê Banka Navendî ya Îtalyayê li ser kar e, hatiye diyarkirin.

Franco heman demê, ji bo demekê erka ‘şêwirmendiya’ Koalîsyona YE’yê jî kiribû.

Îtalya piştî krîza global a sala 2008’an û krîza aborî ya Herêma Eûro ya sala 2010’an bi awayekî giran derbas kir, rêjeya bêkariyê hê jî pir bilind e. Herî dawî sala 2019’an rêjeya bêkariyê daket ji sedî 10, sala 2020’ê ev rêje gihişte ji sedî 8’ê, piştî şewba covîd-19’an ev rêje zêdetir bû. Di sala 2020’ê de 440 hezar kes li ser daneyên bêkariyê zêde bû, dîsa gihişte ji sedî 10’ê.

Aboriya Îtalyayê sala borî derdorî ji sedî 10 biçûk bûbû.