Komîteya Navendî a MLKP’ê li dijî êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Garê daxuyanî da û aşkere kir ku gerîlayên FESK’ê bi gerîlayên HPG’ê re li dijî dagirkeriyê şer bikin.

Komîteya Navendî ya MLKP’ê li ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Garê daxuyaniyek da.

Komîteyê di daxuaniyê de got, ”Rejîma şefîtiya faşîst a Îslamî êrîşeke nû ya dagirker û qirker aniye ser  Başûrê Kurdistanê. Êrîşa hewayî û bejahî li ser herêma Garê heye. Hedefa dewleta Tirk a mêtinger a burjuva ne tenê Qadên Parastinê yên Medyayê ne. Ew dixwaze tevahiya Rojava û Başûrê Kurdistanê dagir bike, li Kurdistanê û herêmê li ser navê rûmet û azadiyê her çi hebe dixwaze tine bike û armanc dike ‘Pirsa Kurd’, bi qirkirina neteweya Kurd, ji holê rake.”


Di daxuyaniyê de bi berdewamî bang hate kirin û hate gotin, ”Li dijî dagirkeriya mêtinger a faşîst, êrîşên qirker ku berê xwe dane Garê, gefê li Mexmûr, Şengal û Rojava dixwin tevbigerin, bi daxuyanî, xwepêşandan, meş, dagirkirine meydanan, qutkirina rêyan, bi bikaranîna hemû rengên têkoşînê mil bidin berxwedana azadî û rûmetê.”

MLKP’ê got: ”Partiya me di serî de bi gerîlayên xwe yên FESK’ê yên li herêma Garê, bi hêzên xwe yên li Kurdistanê û Tirkiyê, bi hêzên xwe yên Ewropayê, li dijî dagirkeriya mêtinger a faşîst û li dijî êrîşên qirker di têkoşînê de tişta ku bikeve bara wê, wê bike û bi PKK, HPG’ê re mil bi mil be.

Mêtingeriya faşîst bi berdêlên herî giran jî be wê ji Garê ji ra were hilqetandin, wê rejîma şefîtiya faşîst, leşkerên wê, bi derbên polîtîk û morale bîne ber hilweşandinê.”