Li başûrê eyaleta Kalîforniya ya DYE’yê bi pileya 7.1 erd hejiya. Beriya 36 saetan li heman herêmê bi pileya 6.4 erdhejek pêk hatibû.

Di erdhejê de kes nemir lê malek şewitî.

Erdhej li bajarê Las Vegas a Eyaleta Navada jî hate hîskirin. Li gelek salonên sînema, spor û cihên girtî yên li derdora bajêr mirov hatin derxistin.