Ji bo pêkanîna sîstemeke demokratîk ya xwerêveberiyê, endamên sazî û rêxistinên girêdayî Rêveberiya Xweser ya Şengalê timî di dewreyên perwerdeyê yên fikrî re derbas dibin.
Ji bo fêmkirina siyaseta demokratîk, rêveberiyeke demokratîk û civakeke azad û wekhev, ev dewre li hemû gund, bajar û komelgehên Şengalê vedibin.
Komîteya Perwerdeyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Şengalê dewreyeke perwerdeyê ya bi navê Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Pîran, li Komelgeha Guhbelê vekir.
Dewre ji 30 endamên sazî û rêxistinên Guhbelê 13 rojan ajot û bi sondxwarinê bi dawî bû.
Endamê Meclîsa Guhbelê Siwarî Xidrî da zanîn, encama perwerdeyê baş bûye û got:
“Em çiqas li ser fikrê Rêber Apo perwerde bibin, emê ew qasî bikarin, xwe di ber gelê xwe de berpirsyar bibînin.
Banga min li ciwan û gelê me ye, zêdetir tevlî van perwerdeyan bibin.”