Şandeya ji Hevserokê KNK, Ehmed Karamûs, endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, nûnera CDK-S Swîsre Pinar Demîr, nûnerên Civaka Kurd yên Lozanê Sevgî Koyuncu, Ruken Azîk û Hayrettîn Oztekîn, çû serdana Şaredariya Lozanê.

Li ser navê şandeyê Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs axivî û diyar kir ku piştgiriya Şaredariya Lozanê ya ji bo çalakiyên 100mîn salvegera Peymana Lozanê hatin pêkanîn watedar e û spasiya wan kir.

Şandeya KNK’ê, plaketa spasiyê radestî Şaredarê Lozanê Grégoîre Junod kir.

Şaredarê Lozanê Gregoîre Junod jî spasî Şandeya KNKê kir û got;

Di vê pêvajoyê de, hemû gelên ku di Peymana Lozanê de zirar dîtine di bîra me de ne.

Dewleta Tirk xwest çalakiyên salvegera 100mîn bike, me daxwaza Tirkiyê red kir.

Ji ber ku ev peyman ji bo Kurdan, Ermenî û Yewnanan bû sedema trajediyên mezin.

Demeke dirêj e bi Kurdan re têkiliyên me hene. Em bi nûnerên wan yên hilbijartî re di nava diyalogê de ne.

Junod got; KNK û hemû Kurdên di nava rêxistinê de, bi xebatên xwe bûne mînak.

We bi konferansê hemû Kurd anîn cem hev. Me jî bi hestiyarî û kêfxweşî hun şopandin.

Di destpêka organîzasyonê de Tirkan ji me re got ku bi Kurdan re kar nekin.

Tirkan hun wek terorîst bi nav kirin, lê em tu carî nebûn şahide tiştekî wiha.