Derbarê êrişên dewleta Tirk de, ragihandina meclisa leşkerî ya Minbicê daxuyanî da.
Li gorî daxuyaniyê,
Balafirên şer ên dewleta Tirk, 31’ê cotmehê an go doh gundê Toxar ê bakurê Minbicê bombekir.
Hemwextê bombebaranê, dewleta Tirk gundê Ewn Dadat ê bakurê bajêr topbaran kir.
Di encama topbaranê de 2 kes birîndar bûn ku yek ji wan zarok e.
Ragihandina meclisa leşkerî got; her du gundên dewleta Tirk êrişî kir, bi sivîlan dagirtî ne, dixwazin çavê gel bitirsînin û wan bidin koçkirin.