Li navçeya Silopiya ya Şirnexê Komîsyona Çandê ya Şaredariya Silopiyayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kargeha zarokan li dar xist.

Atolye ji aliyè Gerok MA’yê ve hate çêkirin.

Hevşaredarên Silopiya Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, gelek zarok û malbatên wan amade bûn.

Tîma Gerok MA’yê pêşîî bi stranên Rûbaro û Zimanê Kurdî li nav kolanên taxê geriya û zarok li derdora xwe komkirin.

Zarokên ku li dora Gerok MA’yê kom bûn derbasî parqê bûn.

Zarokan li ser potên hatin danîn bi boyaxê lîstin.

Di şahiyê de zarokan bi awayekî koroyî strana “Rûbaro” gotin.

Kargeha zarokan bi belavkirina pirtûkên Moristan û Keskesor bi dawî bû.

Atolyeya zarokan dê heta 5’ê Mijdarê bidome