Şevêdin dewleta Tirk a dagirker bi guleyên obusan gundê Ewn Dadat ê bakurê Minbicê topbaran kir û di encamê de zarokek birîndar bû.
Li gorî agahîyan di encama bombebarana li dijî gundê Tinib ê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê de malên welatiyan zirar dîtin.
Di heman demê de êrişî gundê Merenaz ê navçeya Şera jî hate kirin.
Her wuha di van keliyan de Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Dêr Qad û Xerbîşe yên Şehbayê topbaran dikin.