Li paytexta Elmanya Berlînê ji bo Fermandara Yekîneyên Parastina Jin -YPJ, Zozan Hesekê ku di 3’yê Nîsana 2024’an de şehîd bû, merasima bîranînê hate pêkanîn.

Merasima bîranînê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Dest-Dan û Meclîsa Kurdistaniyên Azad (Nav Berlîn) hate pêkanîn.

Xizmên malbata şehîd Zozan Hesekê û gelek welatparez beşdarî merasimê bû.

Piştî rêzgirtinê, li ser navê malbata Zozan Hesekê Raman Fatimî axivî û got;

Meta min 34 salan di nava têkoşîna azadiyê de cih girt.

Li çiyayên azad, li Şingalê, li Kobanê şer kir û ji bo azadiyê şehîd bû.

Ew şehîda me hemûyan e.”

Nûnera PYD’ê ya Ewropay Mizgîn Ehmed jî axivî û got;

Şerê li Rojava ne tenê di warê leşkerî de bû.

Şoreşa ziman, şoreşa çandî, azadiya jinê bû.

Yanî li ser Konfederalîzma Demokratîk şoreşeke radîkal pêk dihat.

Dewleta Tirk a ku dijminatiya Kurdan dike, li her cihê ku gelê Kurd lê hebe êrîşan dike.

Ji bo vê jî, divê em li her qadê bi parastina destkeftiyên xwe têkoşîna xwe mezin bikin.”

Bîranîn piştî pêşandana sînevîzyonê bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.