Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Minbicê bi çalakiyeke bi bandor şaneyek veşartî ya çeteyên DAIŞ‘ê girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin.

“Di demên dawî de li bajarê Minbicê çalakiyên terorîstan û teqînên ku navendên sivîl û ewlehî dikin hedef zêde bûn. Ya dawî êrîşa bi erebeyeke bombebarkî ya li dijî nuqteyên ewlehiyê bû ku terorîstên DAIŞ‘ê girtin ser xwe.

Di vê der barê de gelek dosya ketin destê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê û sûcdarên ku bûn sedema şehîdxistina sivîlan eşkere bûn.

Hêzên Ewlehiya Giştî di çalakiyeke bi bandor de şaneyek veşartî ya terora DAIŞ‘ê ji 6 kesan di nav de 2 jin hebûn girtin. Ev şande ji par ve teqîn û sûcên kuştinê dikin.

Li gorî lêkolînên Buroya Lêpirsînê ya cîhaza ewlehiyê, ev şane bi dehan teqemenî bi rêya madeyên bombebarkirî, motorsîklêt û erebeyên bombebarkirî di du mehên borî de pêk anîne. Her wiha hewl dida cihên stratejîk ên bajêr bikin hedef. lê şopandina buroyê û komkirina agahiyan pêşketinek di vî warî de çêbû.

Hêzên Taybet, li cihê ku şaneyê ji bo pêkanîna planên xwe diyar kiribû rêjeyek çek, teqemenî dîtin. Ji çekên hatin desteserkirin 4 çekên kilaşinkof M16 û 1000 guleyên wê, 2 BKS, 8 sendoqên cebilxane û çerçûrên kilaşinkof, topavêjeke destan, 120 çekên bi makîne, 4 bombe, 3 mayîn, rêjeyek madeya teqînê ya TNT, dûrbînên şev, 4 lîzerên diyarkirina armancan.

Em ziraviyên zêde li ser doseya di mûkurhatinên endamên şaneyê bi wêne û dîmen eşkere bikin.”

ANHA