Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, polîsan avêtin ser malan û yek jê Dayika Aştiyê 5 jin destgîr kirin.

Serdegirtin serê vê sibehê hate kirin. Polîsan avêtin ser gelek malan, deriyên malan şikandin û eşya ji hev hatin belavkirin.

Di serdegirtinê de Dayika Aştiyê Seyran Unuşdu û Hayat Akdaş (56), Bîlmez Ari, Sedîka Îlhan û Şehrîban Demîr hatin destgîrkirin.