Canfeda Zîlan ku sala 2012’an tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû, li çiyayên bi heybet ên Zagrosê hînî gerîlatiyê bû. Li vî çiyayî dibe hevrê, dibe şervanekî bêtirs, sira jiyana azad hîn dibe.

Jiyan bi rojê dest pê kir. Berê her kesî li rojê ye, dilê her kesî bi rojê germ dibe. Roj destpêkeke, nûbûn e, hêvî ye. Li vê xakê gelek lehengên mîna rojê şewq didan, dilgerm şer kirin. Qet li pey xwe nenihêrîn û netirsiyan. Herî zêde ji jiyanê hez dikirin. Bi qasî ku kêfxweşiya herî mezin dijiyan, êşa herî giran jî hîs dikirin. Ne yek, ne deh, ne sed; bi hezaran leheng. Bi hezaran mirovên bedew ên ku divê bêne naskirin, bêne fêhmkirin û bêne bîranîn.

Canfeda Zîlan jî yek ji van lehengan bû. Sala 1993’an li Wanê ji dayik bû. Li nava malbateke ji çanda welatparêzî û berxwedanê mezin bû. Dilsoziya bi welat û gel re kir ku Canfeda bi rengê fedayî tevlî têkoşîna azadiyê bibe. Canfeda Zîlan sala 2012’an tevlî nava têkoşîna azadiyê bû. Li çiyayên bi heybet ên Zagrosê hînî gerîlatiyê bû. Li vî çiyayî bû hevrê, bû şervanekî bêtirs, sira jiyana azad hîn bû. Sala 2014’an berê xwe da Şengalê ji bo xelkê Êzidî ji êrişên DAÎŞ’ê rizgar bike. Canfeda Zîlan mîna navê xwe çalakiyeke fedayî kir û 7’ê Gulana 2015’an şehîd bû.

ÇALAKIYA FEDAYÎ KIR

Hevrêyê wî Şoreş Gilîdax qala Canfeda Zîlan kir: “Sala 2013’an li herêma Zagrosê li Girê Şehîd Rsahîme min ew nas kir. Beriya ku hevalê Canfeda bibînim min navê wî gelekî bihîstibû. Yên ku ew nas dikir bi kenekî mezin dest bi vegotina wî dikirin. Hevrê Canfeda bi hevrêtî û fedakariya xwe dihate naskirin. Dema ku hevalek nas kir mîna ku bi salan pê re ye samîmî bû. Ji bo hevalê Canfeda hevrêtî beriya her tiştî bû. Hest û hişmendiya wî ya kûr a di hevrêtiyê de bû bingeh ku hîn bi xurtî tevlî bibe.

Ji bo xwe tiştek têrker nedidît, her tim hewl dida hîn baştir tevlî bibe. Ji ber vê yekê jî gelekî hewl dida fikir û felsefeya Rêbertî fêhm bike. Gelekî bi xwendin û nivîsandinê ve bû. Dilsozê zimanê dayika xwe bû, nivîsên wî bi Kurdî bûn. Gelekî bi çanda xwe ve bû, dengbêjî dixwend. Di nava jiyanê de gelekî çalak bû. Di her wezîfeyê de her tim li pêş bû. Hevalê Canfeda ji aliyê hevalên xwe hemûyan ve dihate hezkirin. Li dijî dijmin xwedî kîneke mezin bû. Bi qasî ku ji jiyanê hez dikir ewqasî jî ji dijmin nefret dikir. Di şer de di jiyanê de timî li pêş bû. Jiyan ji xwe re dikir esas û bi rengê fedayî tevlî nava şer dibû. Dema ku li dijî dijmin şer dikir, li hevrêyên xwe difikirî ku wan biparêze û tola nirxan hemûyan hilîne.

Timî li ser fedayîtiyê difikirî. Raporek nivîsî bû, pêşniyar kiribû. Pêşniyara wî nehatibû qebûlkirin. Lê belê hevalê Canfeda bi ruhê fedayî tevlî hemû çalakiyan dibû. Herî dawî li Şengalê di çalakiya dijî DAÎŞ’ê de tevî hevalê Pîrdogan çû çalakiya êrişê. 3 gir paqij kirin. Dema ku nêzî dijmin bû li ser cîhazê ji hevalan hemûyan re axivî û xatir xwest. Piştî ku demeke dirêj şer kir, çalakiya fedayî kir. Ev heval hevalên ji rêzê nînin, felsefeya rêbertî û rêxistin nas dikirin. Dijmin nas dikirin. Bi vî hişmendî û ruhî çalakî kirin. Wezîfeya me jî ew e ku xwedî li bîranîna van lehengan derkevin û têkoşîna wan bi