Li ser îdiayên îtîrafkar Umît Akbiyik derbarê parêzer Necat Çîçek de, bi sûcdariya “Ji bo kesên ku bi sûcên rêxistinê hatine darizandin re xizmetên hiqûqî kiriye” doz hate vekirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, li ser îdiayên îtîrafkar Umît Akbiyik, derbarê parêzer Necat Çelîk de îdianame amade kir.

Dozer, parêzer Necat Çîçek, ji sedema hevdîtin bi kesên di 25’ê Nîsana 2023’an de hatin binçavkirin re kiriye, sucdar dike û bi behaneya “endamtiya rêxistinê” îdîaname made kiriye û dixwaze parêzer Necat Çelîk 15 salan werê cezakirin.

Doz jî li 5mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê hate vekirin.

Di îdianameyê de tê îdiakirin ku Prz. Necat Çîçek “yek ji parêzerên ku di kordînasyona girtîgehê ya derve de cih digire” ye wiha dewam dike. Çîçek “Ji bo kesên ku bi sûcên rêxistinê hatine darizandin re xizmetên hiqûqî kiriye û dike.