Înîsiyatîfa ku kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ bi rê ve dibe, li dijî tecrîda li Îmraliyê bang li rewşenbîr, zanyar, kedkar, aktîvîst, hunermend, sendîka, tevgerên civakî û siyasetmedaran kir ku tevlî çalekiyê bibin û li rojên çalakiyê yên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ xwedî derbikevin.

Inîsiyatîfê got; Nivîsên rêber Abdullah Ocalan îlhamê dide rewşenbîr, azadîxwaz, zanyar, kedkar, aktîvîst, hunermend, sendîkavan, tevgerên civakî, siyasetmedar û hemû civakan.

Rêber Abdullah Ocalan 25 sal berê piştî Komploya Navneteweyî wek rêberekî Kurd ji Sûriye derket û piştî salan wek pêşengê civakeke demokratîk ya azad, pir-neteweyî, pir-olî û demokratîk vegeriya.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriye sîstemeke civakî ya xweser, li ser esasê fikrên azadiya jinan, ekolojî û demokrasiya radîkal a Abdullah Ocalan derkete pêş.

Felsefeya ku ji aliyê rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin, ji bo îmkana sîstemeke civakî ya demokratîk hêviyek nû dide herkesî.

Di hucreya girtîgehê de “Jin jiyan azadî” formule kir; di sedsala 21ê de dirûşmeya têkoşîna azadiya jinan û rênîşanê hemû jinên serhildêr û têkoşer e.

Nivîsên rêber Abdullah Ocalan yên derbarê jiyana bêdewletî de, jêpirsîneke bêhempa ye û vîzyoneke civaka demokratîk-ekolojîk e ku perspektîfeke nû pêşkeşî lêgerîna sosyalîzmeke nû dike.

Daxwazên rêber Abdullah Ocalan yên ji bo rêgezên demokratîk ên rêxistinbûyîna civakî, bala kesên ku bi ramana civakî ya avaker, yan jî ji nû ve avakirina civakê li ser xetên femînîst û ekolojîk re eleqedar e, heq dike.