Doh hilbijartina encûmenên parêzgehan pêkhat, li tevahiya Iraqê 15 milyon û 108 hezar û 135 hilbijêran çûn ser sindoqan.

Yek ji navendên çav lê bû, Şengal bû, xelkê Şengalê dengê xwe da meclîsa Nînowa Musilê.

Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) bi tifaqa Yekîtiya Gelê Nînowayê ket hilbijartinê.

Bi dengê xelkê Êzidî namzetê rêveberiya xweser Kasim Keşko bi ser ket.

Desteya rêveber a Şengalê, desteya Eşayîrî, meclisa gel a Şengalê, TAJÊ, Tevgera Ciwanên êzidî bi hev re daxuyaniyek dan.

Naîf Şemo serketina Kasim Keşko pîroz kir û wiha got:

Nûnerê me mamoste Qasim Keşko bi ser ket. Em vê serketinê li hemû Êzidiyan, li malbatên şehîdan pîroz dikin.

Divê gelê me rê nede xwefiroşan. Bila zarokên Êzidiyan yên xwedî şeref, wijdan û wêrek û dilsoz bibin nûnerên Êzidiyan.

Qasim Keşko ev peyam da: Em li hemberî yên dixwazin zilmê li gelê bikin, bisekinin. Bi taybet emê li hember pêkanînên PDK’ê rawestin.

Nîvê zêdetirî Şengalê hîn wêrane, emê ji bo avadankirina wê bixebitin. Ezê ji bo xweseriya gelê me bixebitin.

Fermandariya Asayîşa Giştî ya Êzidxanê serketina Kasim Keşko pîroz kir û got:

Em vê serketinê pêşî li Rêber Apo, hemû şehîdên fermanê, dayikan, li YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê û partiya me PADÊ pîroz dikin.

Em vê serkeftinê li Êzidxanê pîroz dikin. Emê ji bo xweseriya Şengalê têkoşîna xwe mezintir bikin.

Li koçka gundê Sîba jî gel li hev kom bûn, şekir belav kirin.

Li hemû navçeyên Şengalê û navenda wê çalakiyên pîrozkirina serkeftina namzetê PADÊ û Rêveberiya Xweser ya Şengalê Qasim Keşko heta derengiya şevê dewam kir.