Komîsyona Bilind ya Hilbijartinan ya Iraqê derbarê encamên dawî yên hilbijartinan de daxuyaniyek da.

Komîsyonê diyar kir ku heta niha sedî 94.4’ê dengan hatine hejmartin.

Komîsyona Hilbijartinê ragihand ku 134 hevpeymanî û 5 hezar û 898 namzet beşdarî pêşbirka hilbijartinan bûne.

Hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê roja duşemê hatin kirin.

Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinê diyar kir ku li di vê hilbijartinê de zêdetirî 16 milyon hilbijêran mafê dengdanê hebû.

Rêjeya beşdariyê di hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê de ji sedî 41 bû.

Ji zêdetirî 16 milyon hilbijêran 6 milyon û 599 hezar û 668 hilbijêran dengên xwe bikar anîn.

Li gorî encamên destpêkê yên Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê,

YNK’ê bi Tifaqa Kerkûk Hêz û Îradeya Me ye li parêzgeha Kerkûkê piraniya dengan bidest xist.

YNK’ê li Kerkûkê 139 hezar û 373 deng bidest xist û bi vî awayî bû yekemê hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê.

Çavê hemû Kurdan li parêzgeha Kerkûkê bû.

Dewleta Tirk ya dagirker di hilbijartinan de di ser tirkmen û PDK’ê serî li hemû lîstik û hileyan da.

Ji bo ku Kurdên xwedî li îradeya xwe ya netewî derdikevin li Kerkûkê bi ser nekevin çi ji destê wê hat kir.

Dewleta Tirk ji bo tifaqa YNK’ê li Kerkûkê sernekeve piştgiriya PDK’ê û Eniya Tirkmen dikir.

Lê tevî hemû hewildanên derxistina aloziya siyasî û etnîkî ya dewleta Tirk li Kerkûkê YNK bi Tifaqa Kerkûk Hêz û Îradeya Me ye bû yekemîn.

Eniya Tirkmen û PDK’a ku dewleta Tirk piştgiriya wan dikir jî nekarîn encamên dixwestin bidest bixin.

Tifaqa Kerkûk Hêz û Îradeya Me ye ku YNK jî di nav de ye, 139 hezar û 373 deng wergirtin.