Saziya Îlanê ya Çapemeniyê (BÎK) ya Tirk bi hincetên pûç û vala ceza li rojnameyên Evrenselê û BîrGunê birî, rojnameya Yenî Yaşamê li gel biryara Rojnameya Fermî jî nadin gelek girtîgehan.

Li Tirkiyê 111 rojnamevan ji ber nûçeyên ku çêkirine girtî ne lê zext ne tenê bi girtîgehan re sînordar in, Saziya Îlanê ya Çapemeniyê (BÎK) a Tirk bi hencetên cihê weşana rojnameya BîrGunê û Evrenselê rawestand. Bi hinceta ku Defetên Çapê û Bayiyê-Îadekirinê bi derengî xistine ceza li Bîrgûnê hate birîn û bi hinceta sernavên nûçeyan ceza li Evrenselê hate birîn. Li ser Evrensel, BîrGun û Cumhuriyetê ambargo heye û nayê hiştin ku rojnameya Yenî Yaşamê biçe girtîgehan.

DESTHILAT ÇI QAS JI HÊZÊ DIKEVE ZEXTAN ZÊDE DIKE

Rêveberê Weşanê yê Giştî yê Evrenselê Fatîh Polat ji ANF’ê re axivî, diyar kir pêvajoya ambargoyê bi qeyûmên ser HDP’ê re dest pê kiriye, bi demê re piştî ku zext bi aliyê CHP’ê de şemiye, cezayên li ser Evrensel, BîrGun û Cumhuriyetê jî hevdemî ne û got, ”Deesthilat her ku dibîne ji hêzê dike hewl  dide ku rojnameyên muxalîf û cih dide dengê muxalîf bi zextê bêkarîger bike.”

Nûnerê xwendevanan yê rojnameya Yenî Yaşamê Huseyîn Aykol jî li ser helwesta BÎK’ê got bi hincetên pûç ceza li BîrGun, Evrensel û li Cumhuriyetê dibirin û got, bi hincetên ku jêdera wêneyan nehatiye diyarkirin îlanên ku BîrGun û Evrensel ji BÎK’ê digirin têne birîn û bi vî rengî wan ji dahateke girîng bêpar dihêlin.

Aykol li ser sedema bê ka çima Yenî Yaşam, weke rojnameyên din ên li ser rêça Çapemeniya Azad îlanên fermî nastîne got, ”Divê rojname ji bo demekê weşan kiribe. Lê rojnameya me tim tê girtin. Lê ya dî jî em hin îlanan li gorî rêgezên xwe naxwazin ku bidin.”

LI GEL BIRYARÊ JÎ NAHÊLIN KU BIKEVE HUNDUR

Li ser meseleya bê ka çima nahêlin Yenî Yaşam biçe girtîgehan Aykol got ev mesele ji berê ve heye û got, ”Ji bo ku her rojnameya nû bikeve girtîgehê hinekî wext dibe û her carê divê hûn pir hewl bidin. Piştî ku Yenî Yaşam derket û li bayiyan hate firotin demekê dikeve girtîgehan. Lê dema greva birçîbûnê bi daxwaza Wezareta Dadê hatibû qedexekirin. Lê girêvên birçîbûnê qediyan û Rewşa Awarte rabû. Dadgeha Destûrê biryar stand ku hemû weşanên biryara komkirinê li ser wan nebe bidin girtîgehê. Ev biryara di Rojnameya Fermî de ya 21’ê Gulana 2019’an hemû saziyan girêdide. Niha rojnameya diçe 10 girtîgehan. Ji bo ku biçe girtîgehên din em serlêdanan dikin. Li ser vê mijarê em ji serdanvanan tika dikin ku xizmên xwe yên girtî hişyar bikin.”