Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya meha Nîsanê eşkere kir û diayr kir ku di meha Nîsnaê de 32 jin hatine kuştin, 13 jin jî bi guman mirin.

Platformê, destnîşan kir ku ji 32 jinên di meha Nîsanê de hatine kuştin, 19 jê ji aliyê mêrên bi wan zewicî, 5 jê ji aliyê mêrê bi wan re dijîn, 3 jê ji aliyê xizmên wan ve, 2 jin aliyê kesekî nasê wan ve, yek jî ji aliyê bavê xwe ve, yek ji aliyê birayê xwe, yek ji aliyê kurê xwe ve hatine kuştin.

Li gorî raporê 18 jin li mala xwe, 4 jin li kolanan, 2 jin li qadên cemaweriyê, jinek li hundirê wesaitê, jinek li zeviyê, jinek ji cihekî dûr, jinek li otelê, jinek li kadînê hatin kuştin.

18 jin jî nehate tespîtkirin bê bi kîjan bahaneyan hatin kuştin.