Otobûsa rêwiyan a ji Rihayê diçû Dîlokê ji ber mija zêde li dû TIR’an qelibî.
Otobus û TIR ji rê derketin û wergeriyan.
Di qezayê de 16 kes birîndar bûn.
Piştî qezayê tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxanê.
Tevî hemû hewldanan ji birîndaran yekî jiyana xwe ji dest da.
Dermankirina birîndarên din dewam dike.