Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û rakirina tecrîdê, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya demkî û dorveger kiribûn.

Çalakî, di roja 121’an de berdewam dike.

Ji bo bibin dengê girtiyan li gelek navendan jî dayikan çalakiya Nobeda Edaletê, dan despê kirin.

Çalaki zêdetirî 100 roj in li 8 navendan pêk tê.

Dayikên Amedê 112 roj in çalakiya xwe didomînîn.

Çalakî li avahiya DBP’ê rêxistina navçeya Baxlarê pêk tê.

Li Wanê û Mêrdînê jî beşdarên Nobeta Edaletê banga rakirina tecrîdê kir.

Nobeda Edaletê li Batmanê jî bi biryardarî dewam dike.

Li Îzmîrê jî, li avahiya DEM Partî ya rêxistina navçeya Buca 50 roj li pey xwe hişt.

Nobeta Edaletê, li Mersîn, Edene û Stenbolê jî dewam dike.