Dewleta Tirk di navbeyna Rojhilatê Kurdistanê û Bakur de dîwarekî bi dirêjahiya 64 kîlometre datîne ku heta niha 43 kîlometre hatine danîn. Bi dîwêr re heta bi 500 metroyî nêzîkbûna li dîwêr wê were qedexekirin û ji bo gundiyên li nêzî sînor wê nêçîr û çûna zozonan qedexe bibe.

Armanca dewleta Tirk ji ‘kalekol’an û dîwaran ew e ku Kurdên bakur-rojhilat ji hev qut bike.

Vê meha dawî di hendekan de ku ji bo diwarên li sînor hatine vekirin cesedên du xortan hatin dîtin.  Leşkerên li qereqola li gundê Axrokê ya li sînorê Rojhilat derheqê nasnameya cesedên du xortan hê ti agahî nedane.

Tê texmînkirin ev kesên ku rakirina morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê koçber in.

Rayedar dibêjn ev kes dema ku xwestine ku ji sînor derbas bibin ketine xendekan lê şahid dibêjin ev kes ji hêla leşkerên du aliyan ve bi êşkencê hatine kuştin. Li gorî gundiyên li ser sînor mijara penaberan di navbeyna leşkerên Îranê û Tirk de bûye mijar ranê û ekîbên ku organîze dixebitin hene. Ev komên ku ji bo derbasbûnê ji penaberan pereyan distînin, dema ku hin penaber bi rêyên qeçax dixwazin derbas bibin, ku wan digirin, êşkence li wan dikin û pişrre wan li sînor vedişêrin.

Gundî dibêjin armanc ne avakirin dîwar e lê bi vê hincetê dixwazin qadên leşkerî bêne avakirin.

Ji hendekên ku dewleta Tirk ji bo dîwarê di navbeyna Wan-Rojhilatê Kurdistanê de vekirî heta niha cesedên du mirovan derketin.