Navenda Ragihandina HPG’ê, bi daxuyaniyekê, Fermandar Şevger Çîya, bibîranî û got; Ew lehengê gelê Kurdistanê, şervanê qehreman û fermandarekî hêja yê Gerillayên Azadiya Kurdistanê bû.

Navendê got; Hevrê fermandar Şevger, bi exlaqê partiyê û hişmendiya kûr a welatparêziyek mezin, heta nefesa xwe ya dawî li dijî dijminê dagirker têkoşîn kir.

Hevrê Şevger, 24 salan di nava têkoşînê de cih girt, ji Mêrdînê heta Gabarê, ji Cûdî heta Herêmên Parastina Medyayê li gelek herêmên Kurdistanê ji bo erkên xwe yên şoreşgerî pêkbîne, kedeke mezin da. Ji bo azadiya Rêbertiyê û Kurdistana Azad bê navber têkoşîn kir.

HPGe, ji malbata şehîd û gelê Kurd re sersaxî xwest û nasnameya şehîd wiha eşkere kir.

Sedat Aksu, bi nasnav, Şevger Çiya, li Mêrdînê ji dayik bûye, dayik û bav Xensê- Nûrî, di 22’ê Çîleya 2022’an de li Herêmên Parastina Medya şehîd bû.

Hevrê fermandar Şevger Çiya di malbateke welatparêz de li gundê Eqres yê navçeya navendî Artûklû ya Mêrdînê ji dayik bû.

Hevrê Şevger di malbat û derdoreke welatparêz de mezin bû. Demeke kin çû dibistanên pergalê û di salên ’90î de, bû şadihê şewitandina gundan û kuştinên kujer nediyar.

Ji ber ku malbata Şevger cerdevanî qebûl nekir, mebur ma koçî navenda Mêrdînê bike.

Rêheval Şevger di wê serdemê de dinava ciwanên şoreşger de kar kir û hate girtin. Piltî derket, di nava xebatên milîsan de cih girt.

Piştre di çalakiyên bajaran de cih girt, piştî pismamê wî Ferhat Aksû di 1991’ê de li Mêrdînê şehîd bû, apê wî Celal di 1994’an de li Bismilê şehîd bû, ew, di sala 1998’an de tevlî nava refên Gerîla bû.

Perwerdeya yekemîn li Çiyayê Bagokê kir û di sala 1999’an de derbasî herêma Gabarê bû.

Hevrê Şevger li her qada berxwedanê di eniya herî pêş de li dijî dijminên dagirker têkoşîn kir.

Piştî 5 salan li Akademiya Şehîd Îbrahîm perwerdeya fermandariyê bi dawî kir û
weke fermandarekî serketî, li her qada ku lê bû, pêşengî kir û darbên giran li djjmin xistin.

Hevrê Fermandar Şevger di 22’ê Çileya 2022’an de li Herêmên Parastina Medya di êrîşa dijmin de tevlî karwanê nemirên Kurdistanê bû.