Li Navenda Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmanî bi boneya 33’emîn salvegera şehadeta Mahsum Korkmaz (Egîd) merasîmekî bîranînê hat li darxistin. Di merasîmê de hate gotin ku têkoşîna Egîd di roja me ya îro de jî berdewame.


Îşev li Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmanî bi beşdarbûna koma 53’emîn ya greva birçîbûnê merasîmekî bîranînê bi boneya 33’emîn salvegera şehadeta fermande Egîd hate lidarxistin.

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevayî şehîdên tevgera azadîxwaz a Kurdistanê destpêkir. Piştre sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna Mahsum Korkmaz hatibû amadekirin hate temaşe kirin.

Piştre Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamya Mûslûm Kaplan di merasîmê de axivî û got; “Ew rêya heval Egîd girtî, niha jî ji aliyê Leyla Guven, Nasir Yagiz û tevayî çalakgerên greva birçîbûnê ve li dijî faşîzmê li ser heman rêyê têkoşîn berdewam dike.”

(şk)