Piştî lihevkirina rêveberiyên Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê, liv û tevgera balafirên şer û keşfê yên li ser Şengal û Mexmûrê zêde bûn.

Li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di van kêliyan de tevgereke zêde ya balafirên keşfê (ÎHA) û balafirên bêmirov ên biçek (SÎHA) heye.

Hem wext li Şengalê jî heman tevger heye.

Piştî lihevkirina Bexda-Hewlêr ev tevgera zêde ya balafirên şer û keşfê bal kişand.

Her dawî 15’ē Hezîrana 2020’ê hemwext Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê hate bombekirin.