Pirtûka binavê Gerîdeyî Heqîqet (Lêgerîna Rastiyê) ya ji aliyê şehîd Nagîhan Akarsel bi nasnav Zîlan ve hatiye nivîsandin, îro li Rêkxistina Azadbûn ya Silêmaniyê hate nasandin û belavkirin.

Çapa Soranî ya pirtûkê ji 400 rûpel û 100 gotaran pêk tê û ji aliyê nivîskar û rojnamevana Kurd ji zimanê Tirkî bo soranî hatiye wergerandina.

Pirtûk ji aliyê nivîskara jin Şîrîn Tahir û nivîskar û çalakvana jin Kinêr Ebdullah ve hate nasandin.

Nivîskar Şîrîn Tahîr behsa fikir û têkoşîna şehîd Nagîhan Akarsel kir û got:

“Fikrên wê ne tenê bi çepgiriya demokratîk ve girêdayî ye, di heman demê de bi riya Apoyî ya jineolojiyê ve girêdayî ye. Vê hevgirtinê hêzek daye nivîsên wê ku em dikarîn di vê pirtûkê de bikar bînin.”

Nivîskar û çalakvana jin Kiner Ebdullah jî got;

“Dema ku mirov bi tiştekî bawer bike û ji bo wê şer bike, ya girîng ewe ku mirov di hemû qonaxên jiyana xwe de, ji bo serkeftinê bi hezkirin li têkoşîna xwe binêre. Şehîd Nagîhan Akarsel jî, ji destpêka jiyana xwe heta kêliyên dawî yên jiyana xwe bi hezkirin li keda xwe mêze kiriye.”

Di dawiyê de Akademiya Jineolojiyê xelata rêzgirtinê pêşkeşî nivîskar Şîrîn Tahir û Kinêr Ebdullah kir û pirtûka şehîd Nagîhan Akarsel ya bi navê Gerîdeyî Heqîqet (Lêgerîna Rastiyê) li beşdaran belav kir.

Nagîhan Akarsel bi nasnav Zîlan lêkolîner, nivîskar û rojnamevanek jine. Di sala 1976’an de li gundê Xelîkan yê navçeya Gulyaziyê ya li Konyayê, li Tirkiyê ji dayik bûye.

Di 4’ê Cotmeha 2022’an de li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê li nêzî mala xwe ji aliyê MÎT’ê ve hat qetilkirin.