Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, bi daxuyaniyekê hêzên Gerîla yên li Zap û Metîna ku 19-20’ê Mijdarê li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker operasyon kirin, pîroz kir.

KCK, di daxuyaniya bi sernavê “Ji fermandar û gerîlayên HPG û YJA Starê re” got
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, ji raya giştî re ragihand ku Gerîla, di 19 û 20’ê Mijdara 2023’an de, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û herêma Metîna li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên berfireh kirin û gelek çeperên dijmin rûxandin û bi dehan dagirker hatine ceza kirin. Derbeke pir giran li artêşa qirker û dagirker hate xistin û artêşa dagirker şikestinek mezin jiya.

Em van çalakiyên serketî bi taybet li fermandar û şervanên tevlî van çalakiyan bûne û hemû Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji dil û van pîroz dikin.

Silav, hezkirin û rêzdariya xwe tînin ziman. Em Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel jî pîroz dikin.

KCKe got; Heval Andok, Ciwan û Egît ku di van çalakiyan de li eniyên pêş şer kirin û derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin, şehîd bûn. Em di şexsên wan de, hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minettarî bi bîr tînin. Em soza xwe ya girêdana bi şehîdan re dubare dikin.

Bêguman şehîdên me afirînerên resen yên gelê Kurd û doza azadiya Kurdistanê ne. Divê gelê me û dostên me, bi hevrê Andok, Ciwan û Egît serbilind bin û bîranînên wan di asta herî jor de biparêzin. Ew kesayetên Apoyî yên nemir in û ji bo azadiyê bê dudilî xwe feda kirin û bûne hevrêyên Erdal û Rojhatan.

KCKe dazanîn ku Gerîla, bi vê derba giran, careke din îspat kir ku ew şervan û parêzvanên Kurdistanê ne û rê nadin dagirkeriyê. Şerê gGrîla yê li dijî artêşa dagirker, parastina Kurdistanê ye. Gerîla bi ruhekî fedayî Kurdistanê li dijî dagirkerî, qirkirin û xiyanetê diparêze. Divê gelê Kurdistanê yê welatparêz jî bi piştgirî û beşdarbûna vê berxwedana Gerîla ya li dijî dagirkerî, qirkirin û xiyanetê têkoşînê xurtir û berfirehtir bike.

Girîng û watedar e ku ev çalakî ji bona 45mîn salvegera partiya me PKK’ê tên lidarxistin. Bi vê armancê, em 45’mîn salvegera partiyê li hemû fermandar û şervanên HPG û YJA Starê bi taybet hevalên me yên li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û qada Metîna pîroz dikin û di sala 46’an de di têkoşîn û berxwedana wan de serketinên mezin dixwazin.”