Li welat ji ber xwepêşandanên li nêzî avahiya serokatiyê yên ji bo protestokirina Rajapaksa û polîtîkayên wî yên aborî, rewşa awarte hat îlan kirin.

Hat diyarkirin ku qedexeya derketina derve wê ji nîvê şevê dest pê bike û li gor saeta herêmî heta saet 06:00’an dewam bike.

Hikûmetê xwepêşandan wek “kiryarên terorîstî” binav kir û “hêzên tundrew” bi tiştê qewimî tawanbar kir.

Di çalakiyên ku ji bo îstîfaya Serokomariyê dihat xwestin de 54 kes hatin destgîrkirin.

Di pevçûna ku di navbera polîs û xwepêşanderan de derket de 5 jê polîs, zêdetirî 10 kesan birîndar bûn.

Xwepêşandêrên ku krîza aborî ya li welat protesto dikin, duh piştî qutkirina elektrîkê ya bi qasê 13 saetan, li nêzî avahiya Serokdewlet Rajapaksa dest bi kombûnê kirin.

Polîsan bi gazê êrişê xwepêşanderan ku bi mebesta vexwendina Rajapaksa ji bo îstîfakirinê dirûşmeyên “Dîktator Gota” berz dikirin kir.

Piştî ku xwepêşanderan êrîşî avahiya Rajapaksayê kirin, li paytext Colomboyê qedexeya derketina derve hat ragihandin.