Şerê Ûkraynayê ku 24’ê Sibatê dest pê kirî girantir dibe. Li qadê şer tund dibe, terîsînên wê li ser qada cîhanî her ku diçe bêhtir hildiweşîne.

Zelensky got, Rûsya ji bo ‘êrişên mezintir’ xwe li rojhilatê welêt bi cih dike.

Rûsyayê hefteya çûyî di daxuyaniyê de diyar kiribû ku li Kîev û Çernihîvê wê tevgera leşkerî kêm bike û hêza derblêdanê bibe herêmên Donetsk û Luhanskê.

Zelenskî got ev ‘taktîk’ e. Serokkomarê Ûkraynayê got, “Em pê dizanin ji herêmê ku me ew şikandine, dixwazin berê xwe bidin deverên din ên girtîngir û ji bo vê ber bi levhatinê tên…Dibe ku ji bo me zor e”. Zelenskîy got, xasma jî rewşa li rojhilaê welêt ‘pir giran’. Serokkomar got, “Li Donbass û Marîupolê, li aliyê Harkîvê, artêşa Rûs bi hêviya ku êrişên giran wê were ser, xwe xurt dike.”

Rayedarekî giregir ê Pentagonê diyar kir, zêdekirina xebatên şer ên li herêma Donbassê ya ji aliyê Rûsyayê, îşaret bi şerê ‘domdirêj’ dike. Li gorî rayedarê Emerîkî vekişîna hêzên Rûs a Çernobîlê û terikandina balefiraxneya leşkerî ya ji Gostomolê ya li rojavahiyê bakur ê Kîevê tê maneya ‘ji nû ve bicihbûnê.’

Sefîrê Ûkraynayê yê li Japonyayê Sergît Korsûnkiy diyar kir, ku welatê wî di demeke nêz de wê bigihêje wê astê ku li dijî êrişên Rûsyayê karibe qada xwe ya hewayî biparêze. Korsûnkiy ragihand, ku ew ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Ingilistanê li hêviya ekîbên leşkerî yên ‘super modern’ in. Sefîr got, “Dema ku moşekên seyirandinê avêtin divê em pêşî li wan bigirin. Ji ber vê jî hewcehiya me bi van çekên super modern heye.”

Rayedarekî Rûs anî ziman, ku Ûkraynayê roja Înê bi helîkoptêrê êriş aniye ser ‘depoya petrolê’ ya li bajarê Belgorodê ya li rojavayê Rûsyayê. Ji ber sedema êrişa ku bi du helîkoptêran hatî kirin di depoyê de şewat derketiye.

Di vê navbeynê de Yekîtiya Ewropayê hewl dide ku Çîn jê biqere ku alîkariyê nede Moskowê. Bi vê armancê tê payinkiririn ku vê înê vîdeokonfranseke were kirin.

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn biryar li ser da ku ji roja Înê û pê ve heqê gaza xwezayî bi Rûbble were dayin. Elmanya ku qebûl nekirî bi Rûbble heqê gazê bide, li ser îhtîmala rawestîna gaza Rûs dest bi haziriyan kir.

Her wiha Rûsyayê li dahênandêrên Rojavayî hinekî dî jidand. Rûsyayê li ser piraniya rêveber û parlamenterên Ewropî jidand. Kesên ku li ser wan hatiye jidandin wê nema bikaribin bikevin Rûsyayê. Rûsyayê Adarê li dijî Serokê DYE’yê Joe Bîden jî bi vî rengî jidandibû.