TJA, meclisa Jinan a HDK’ê, Meclisa Jinê ya Dem Partiyê li Stembolê li navenda hunerê ya Karşi panelek bi ser navê Jin, zindan û tecrîd li darxistin.

Rojnamevan Dîren Yurtsever moderatoriya wê kir, Parlementera Dem Partî ya Amedê Ceylan Akça, Parêzer Ayşe Acinikli di panelê de axivîn

Ayşe Acinikli da zanîn di pergala heyî de, jin di tecrîdê de ye û vê nirxandinê kir:

Lazime em li dijî hişmendiya zayendperest têkoşînê bikin.

Heke jin bê kolekirin dê beşeke ku serî hilde nemîne. Rewşa herî şênber a tecrîdê rewşa hefskirinê ye.

Zîndan rewşeke tecrîdê ya tirsnak e, lê em dibînin ku li Tirkiyeyê ev yek kûrtir dibe.

Tehamûla wan nîne, jin bi hev re bimînin, bi girtîgehên tîpên F û kampûsan ev tê astengkirin.

Li ser grevên birçîbûnê û zilma li zîndanan parêzer Ayşe Acinikli vê nirxandinê kir:

Girtî nikarin bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin, nameyan binivîsin û hevdîtinan bikin.

Cezayên hucreyan û ragihandinê didin girtiyan.

Heta ku tecrîd ji holê ranebe, şer xelas nabe.

Her bêhiqûqiya li Îmraliyê tê meşandin, bandorê li Tirkiyeyê dike.

Ji bo ev pergal ji holê bê rakirin hewldaneke mezin heye.

Hevalên girtî ji bo ku tecrîdê rakin bedelan didin.

Parlementer Ceylan Akça di panêlê de li ser tecrîdê axivî û vê nirxandinê kir.

Aliyekî din ê tecrîdê heye; dixwazin paradîgmaya azadîxwaziya jinê ku tevgera kurd xwediyê wê ye, bê helandin.

Di hilbijartina gulana 2023’an de herî zêde êrişî namzetên jin kirin.

Em nikarin tecrîdê ji pergala qeyûm cudatir bifikirin. Ne tesaduf e ku qeyûman saziyên jinan girtin.