Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk û rakirina tecrîdê, di 27ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûna demkî û dorveger kirin.

Çalakî, di roja 100an de dewam dike.

Girtiyên siyasî destnîşan kiribûn ku heke heta 15’ê Sibatê tecrîd neyê rakirin ew ê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin.

Li ser navê girtiyên siyasî Denîz Kaya, di 12’ê Sibatê de daxuyaniyek da û got:

“Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me, me di 27’ê Mijdara 2023an de dest bi greva birçîbûnê kiribû û me ragihandibû ku em ê di 15’ê Sibatê de çalekiya xwe derbasî qonaxeke din bikin.

Lê, ji bo bandorê li pêngava li derve hatiye destpêkirin û li xebatên hilbijartinê neke, me biryar da ku çalekiya xwe piştî hilbijartinê derbasî qonaxeke din bikin.

Em çalakiya xwe ya greva birçîbûna bi dorveger heta piştî hilbijartinê dirêj dikin.