Li bajarên Gavle û Goteborgê yên Swêdê û li bajarê Rennesê yê Fransayê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin.

GAVLE
Li bajarê Gavleyê Kurdistanî û dostên wan li pêşiya lokala Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Gavleyê hatin ba hev û ji bo protestokirina komplo û tecrîdê posterên Ocalan û alayên PKK, KCK, YPG, YPJ’ê hildan û dest bi meşê kirin.

Li ser rê belavok hate belavkirin û bi sloganên ‘Bijî Ocalan’, ‘Aştî ji Ocalan re’ hatin Qada Radhûsê.
Li qadê li ser navê hevserokatiya NCKD Mûazzet Batte axivî û diyar kir ku bi berxwedana Ocalan û gelê Kurd komplo hatiye pûçkirin û gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê gelek destkeftî bi dest xistine.

GOTEBORG
Li ser banga Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad ciwanên Kurd li Qada Gotaplatsenê ya Bajarê Goteborgê hatin ba hev û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwepêşandaneke bi meşale li dar xistin.
Ciwanên bi sloganan dewleta Tirk şermezar kirin û hatin Parka Brûnnê.

RENNES
Li bajarê Rennesê yê Fransayê bi sedan kes hatin ba hev û komplo û tecrîd protesto kirin. Meş ji Place du Colombîerê heta Qada Rebûblîqûeyê hate kirin û sloganên ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin. Di çalakiyê de bi hezaran belavok hatin belavkirin.