Sersaxî ji boy hevalê Zekî Şengalî

Hevalên hêja, pergalên serdest di kesayetiya şoreşgeran de civakekê, angaştekê, baweriyekê, pêşerojekê hedef digrin. Lewra zanin ku şoreş berî her tiştî di kesayetiya şoreşgeran de pêk tê. Ta ku kesayetên şoreşger neşikên û bi bin nekivin, hezar darbeyên faşîzan pêk bên, hezar komployên navdewletî yên dijmirovî pêk bên jî, nikarin şoreşê bi bin bixin. Me ev rastî di berxwedana zindana Amedê de, di rastiya ‘zilma zaliman û raperîna Mazlûman’ de, di berxwedana 15’ê tebaxê de, di valakirina bi hezaran gundan de, di tevkujiya Parîsê û gelek rewşên din de dît.

Hevalê Zeki Şengalî ango İsmail Ozen 15’ê tebaxa 2018’an bi îxanet û komployeke dirindayî hate şehîdkirin. Bi vê êrîşê di kesayetiya heval Zeki Şengalî de, nirxên pir girîng ên dîrokî û civakî hatin hedefgirtin. Di vê êrîşê de tecrubeya 40 salî ya Tevera Azadiyê, hilgavtina 15’ê Tebaxê, ku giyana wêrekiya wê têkoşînê ye, civakîbûna şoreşa Kurdistanê, netewîbûna Başûrê Kurdistanê, xweserî û vîndariya Êzdîxanê hatiye hedefgirtin.

Wekî tevger, wekî gelê kurd, wekî civaka Ezdî, pêwîst e em li ser vê êrîşê bi kûrbînî bisekinin. Li Başûrê Kurdistanê bilindkirina yekitiya neteweyî, avakirin û ji her alî ve kemilandina xweserî û xweparastina Êzdîxanê, xebat û pergala saloxgeriya xurt a şoreşê, dê bersiva herî di cih de ya Apogerî be.
Pêwîst e, beregeha ‘şoreş di kesayetiya şoreşgeran de pêk tê’ bi hemû germahiya xwe di rojeva me de be, da ku em rastiya xwe û girîngiya xwe ya di çavên serdestan de û ji boy şoreşê bibînin û ji boy serkeftin û serfiraziyê tedbîrên xurt ên pêwîst bigirin.

Şehadeta Rêheval Zeki Şengalî wekî nirx û keda 40 salî ji boy me wendahiyeke mezin e. Her roj pêşengên gel, şoreşger nayên dinê û hêsan nagihîjin. Loma ji boy me wesîle û hinceta lêhûrbûnên kûr, dersên mezin û biryardariyê ne. Di kesayetiya Rûheval Zeki Şengalî de, em şehîdên giranbuha yên xebaxê bi bîr tinin, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.
Destpêkê ji Rêbertiyê re, ji gelê kurd re, ji civaka êzdî re û ji malbatê re, malbatên şehîdan ên bi rûmet re sersaxiyê dixwazin.
Dê bîranîna wan her tim ji boy me rênîşan û hinceta serkeftinê be.

Silav û rêzên şoreşgerî
Sema Mazlum
Tebax 2018