Saziya jinan a bi navê Existera ku li dijî sineta jinan têdikoşe ragihand li Swêdê van 5 salên dawî jin an jî zarkeçên ku hatine sinetkirin du caran li xwe zêde kiriye.

Existera raporeke bi sernava ”Dema ku me jêdikin cîhan dinere” raporek weşand û got 14 hezar jê temenê wan di bin 18’an de bi tevahî 75 hezar jin hatine sinetkirin. Yek ji rêveberya komeleyê Luul Jama got, ”Zarokên me li Swêdê têne sinetkirin û ji ber vê kesek ceza naxwe” û ji bo ku saziyên dewletê mudaheleyî li sinetkirina jinan nake helwest nîşan da.

Jama zêdebûna sinetkirina jinan bi wê ve girêdide ku van salên dawî gelek penaber ji wan welatên wiha hatine ku li cem wan sinetkirina jinan çand û rêz û rêçik e.

Jama ya ku ji rojnameya Aftonbladetê re axivî got, ”1990’î dema ku ji Somatî gelek mirovan koç kir Swêde hê baştir bû, lê piştre nîqaş kêm bûn. Zehmet e ku mirov li ser mijarê biaxivin. Zayendî û tendiristiya jinan di behsê de ye. Heke em li ser vê mijarê neaxivin jin û zarkêç wê çawa bibêjin ku çi dijîn” û bi vê bal kişande ser ku axaftina li ser sinetkirina jinan û zayendî weke şermeke mezin tê dîtin.

Jama li ser sinetkirina jinan got, ”Ev sûcekî pir bi zalimane ye, ne ku tenê organê zayendî yê zarkeçan tê jêkirin. Ev tundiyeke zayendî ya mîna tecawizê û êrîş e.”

Jama got jinên ku têne sinetkirin li gel seqetiya fizîkî her wiha problemên derûnî jî bi wan re têne dîtin, bi jinan re fikar, poşmanî û strêsa posttraumatîk çêdibe.

Li Swêde sinetkirina jinan ji sala 1982’an û vir ve qedexe ye, ên ku li gorî yasayan naçin li derveyî welêt jî sine bikin 4 sal cezayê hepsê li wan tê birîn lê li gorî Luma kesek ji ber vê heta niha nehatiye cezakirin.

Li gorî Midûrtiya Giştî ya Tendiristiyê ya Sosyal di navbeyna 2012- 2018’an de 5 hezar jin hatine sinetkirin û alîkarî xwestin.e Di rapora Midûrtiya Giştî de 10 jinên temenê wan kêmî 18’an ku li Swêdê çêbûne hatine sinetkirin. Jama dibêje ev jin dema ku hatine cezakirin polîs û saziyên rayeder nehatine agahdarkirin û bi vî rengî kesên berpirs nehatine cezakirin.

Jama dixwaze hikûmet li ser problemên ji ber namûs û kevneşopiyan û sinetkirina jinan bisekine û dixwaze têkilî sinetkirina jinan civak were agahdarkirin, stratejiyeke netewî were danîn.