Li Wanê niha çar kes bi gumana vîrûsa korona kontrolkirî ne. Rayedar daxuyaniyeke zelal nadin ku ev yek jî sedema tirs û fikaran e.

Vîrûsa korona Covîd-19 ku dawiya meha Kanûnê li Çînê rû da û li dehan welatan belav bûye, li bajarê Wanê ku li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ye bû sedema tirs û fikareke mezin.

Li Wanê gelek maske tên firotin. Tevî ku deriyê sînor ê Kapikoyê ji bazirganiyê re girtî ye, ketin û derketina ji deriyê sînor bi makîneya termal tê kirin.

Ji ber tirs û fikara li bajêr rû da, Walîtiya Wanê rojnamevan kir hedef û got, “Du-sê kes hene ku dibin sedema panîkê.”

Li Wanê niha çar kes li nexweşxaneyê tên dermankirin. 3 ji wan di beşa lezgîn, yek jî li servîsa normal de ye. Her çar kes ji Îranê derbasî Wanê bûne. Tê gotin ku du ji kesên di servîsa lezgîn de ne birayên hev in.

SEROKÊ SESÊ YÊ HERÊMÊ OREN: DIVÊ PÎVANÊN HÎJYENÊ BI CIH BÊN ANÎN

Serokê sendîkaya SES’ê ya Wanê Sezer Oren li ser mijarê agahî da û anî ziman ku deriyê servîsa lezgîn a nexweşxaneya herêmê divê li cihekî din be.

Oren destnîşan kir, rîskeke mezin e ku nexweşên bi guman û nexweşên normal ji heman derî dikevin û hundir û derdikevin. Oren anî ziman ku girtina deriyê sînor jî çareserî nîne.

Oren got, “Ji Îranê timî bi rêyên qaçax mirov derbas dibin û vîrûs dibe ku bi vî rengî belav bibe. Di navbera Îranê û Stenbolê de 12 seferê balafiran hene. Çavkaniya nexweşiyê Çîn e. Têkiliyên me yên bazirganiyê yên bi Çînê re dewam dikin. Di rewşeke wiha de tenê girtina deriyê sînor çareserî nîne. Pîvanên hîjyenê divê bi cih bên anîn, komên bi rîsk bên diyarkirin û piştre alavên parastinê ji tîmên tenduristiyê re bên peydakirin.”

‘NE RAST E KU RASTÎ JI RAYA GIŞTÎ BÊ VEŞARTIN’

Oren bi dewamî got, “Tiştên ku di nexweşiyên şewbê de tên pêşniyarkirin hemû giştî ne. Parastina qadên giştî girîng e. Divê ji bo parastina mirovên di ser 65 salî re ne û zarokan kar bê kirin. Pêwîste rayedar agahiyê bidin. Divê daxuyaniyeke zelal bikin, heye yan jî nîne. Daxuyaniyên rayedaran di nava civakê de dibe sedema spekulasyonê. Buhayê maskeyan gelekî zêde bûye, ev maske nikare biparêze. Heta ji me tê em hewl didin vebêjin. Divê bîlanço bê eşkerekirin û agahiyeke berfireh bê dayin. Hîn ji roja ku li Îranê rû da û vir ve em hişyariyê dikin. Em nikarin xwe bigihînin hin kesan. Çapemenî divê agahiyê bide. Dema ku Midûriyeta Bajêr a Tenduristiyê û Wezareta Tenduristiyê daxuyanî dan wê baştir be.”