1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê li Wilhelmshavenê bi tevlîbûna Kurdistaniyan hate pîrozkirin. Kurdistaniyan kon vedan û xwarinên cur be cur yên Kurdî hatin danîn.

Çalakiyên pîrozbahiya 1’ê Gulanê saet 10:00’an dest pê kir. Kurdistanî jî bi vedana konê ku bi wêneyên çalakvanên gureva birçîbûnê hatibû xemlandin tevlî pîrozbahiyê bûn.Konê ku ji aliyê Jinên Meclisa Zelal ya (Aurich) li bajarêWilhelmshaven hatibû danîn rastî elaqeyek mezin hat.

Kurdistaniyan têkilî 1’ê Gulanê û greven birçîbûnê belavok belav kirin.

Komek ji Kurdistaniyên ku di destê wan de Pankartê Çalakvanên greva birçîbûnê hebû, derkete ser dikê. 

Fatma Saka, yek ji Rêveberên Meclisa Jinan a Zelal bi Zimanê Almanî daxuyaniyek da. Saka destnîşan kir ku neha bi hezaran berxwedanvanên Kurd li zindanên Tirkiyê û li derve û li Ewropa di grevên birçîbûnê de ne, ev pêvajo ji bo rakirina tecrîdê û pêk hatina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Fatma Saka di berdewamiya axaftina xwe de got:” Pêwîst e gelê Elman jî destekê bide pêvajoya Azadiya Rêber Apo.” Axaftina Saka bi dirûşmên ”Azadî ji bo Ocalan û Azadî ji bo Kurdistan bidawî bû”.