Bavê Ûmût Çamlibel ê li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 1’ê ya Kandirayê 66 roj in di greva birçîbûnê de ye: “Li şûna ku em dilê wî xweş bikin, wî dilê me xweş kir.”

Çamlibel dibistanên seretayî û navîn li navçeya Bazîd a Agiriyê qedand û salên 2005-2006’an dema li Rihayê beşa Endezyariya Înşaetê dixwend, bi rengekî çalak tevlî siyasetê bû. Di pola dawî de sala 2010’an hate girtin û 5 salan bi rengekî girtî hate darizandin. Di çarçoveya ‘Doza Bingehîn a KCK’ê’ de bi îdîaya ‘endametiya rêxistinê’ 18 sal 6 meh ceza lê hate birîn. Çamlibel xistin Girtîgeha Meletiyê û bi dorê sirgûnî Edene, Kastamonû, Înebolû û herî dawî jî Girtîgeha Tîpa F Hejmara 1’ê ya Kandirayê hate kirin. Li her girtîgeha ku hate sirgûnkirin, ‘cezayên dîsîplînê’ li Çamlibel hate birîn. Sala 2012’an di roja 66’an a çalakiya greva birçîbûnê de piştî ku daxwazên wan hatin qebûlkirin tevî girtiyan hemûyan dawî li greva xwe anî bû.

Malbata Ûmût Çamlibel li ser rewşa kurê xwe ji ANF’ê re axivî.

MORALÊ WÎ DI CIH DE BÛ

Bavê Çamlibel Mehmet Salîh Çamlibel anî ziman, ji ber ku Girtîgeha Kandirayê gelekî ji wan dûr e, nikarin biçin hevdîtinê. Çamlibel diyar kir, kurê wî daxwaza mafê destûra bingehîn ê ji girtiyan hemûyan re tê dayin dike û got, “Ji bo dawî li tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan bê anîn dest bi vê çalakiyê kirin. Ez her tim li pişt kurê xwe me. Ji bo bersiv ji daxwazan re bê dayin û tiştek bi kesî neyê, divê dewlet tavilê bikeve nava liv û tevgerê. Ûmût beriya niha li Kastamonûyê 66 rojan di greva birçîbûnê de ma. Ev ji bo wî çalakiya duyemîn a greva birçîbûnê ye. Herî dawî em bi rêya telefonê bi hev re axivîn. Dengê wî baş dihat, moralê wî di cih de bû. Li şûna ku em dilê wî xweş bikin, wî dilê me xweş kir. Ji me xwest ku em daxwazên wan ên mafdar bînin ziman. Ji bo tiştek bi kesî neyê û daxwazên wan bi cih werin anîn, divê her kes bi berpirsyarî rabe.”

‘BERXWEDÊRIYA WÎ HÊZÊ DIDE ME’

Dayik Hatîce Çamlibel jî bi bîr xist ku kurê wî cara duyemîn e dikeve greva birçîbûnê û got, vê carê bedena wî gelekî hesas bûye, bêhal bûye, lê dîsa jî li ber xwe dide. Çamlibel got, “Berxwedêriya wî hêzê dide me” û wiha dewam kir: “Daxwazên kurê min hene. Dibêje ku ji bo paşeroja Kurdan ketiye greva birçîbûnê. Ji bo me Kurdan ji vê zilm û tecrîdê rizgar bikin, ew ketine greva birçîbûnê. Dibêjin ku heta tecrîd bê rakirin wê dest ji çalakiya xwe bernedin… Min jî ji wî re got ku em bi wan bawer in, li pişt wan in.”

JI ALIYÊ RUHÎ Û FIKRÎ VE ZINDÎ BÛ

Birayê Çamlibel Mûhammed Çamlibel jî piştî ku dîtina kekê xwe wiha got, “Rewşa wî ya tenduristiyê ji rewşa berê gelekî xerabtir bû. Tenê ji aliyê fîzîkî ve li xwe kêm kiribû, lê ji aliyê ruhî û fikrî ve zindî bû. Moral da me.” Çamlibel anî ziman ku ew piştgiriyê diidn çalkaiya wî û got, “Bi sedan girtiyên siyasî bi ser mirinê ve dimeşin. Ji bo daxwazên wan bên qebûlkirin em jî li vê derê hewl didin.”