Komîteya Rêveber a PKK’ê bi boneya salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê daxuyaniyek da.

PKK’ê cejna vejînê 27’ê Mijdarê li Rêber Apo, li hemû hevalan, gelê welatparêz û dostên şoreşger-demokratîk pîroz kir, di kesayeta Hakî Karer, Leyla, Axîn, Rojhat û Erdal de şehîdên azadiyê bîranî û wiha got

Rêber Apo û PKK, di demek welê de rabûn ku raperînên klasîk hemû hatibûn têkbirin, dînamîkên Kurd tev hatibûn eciqandin, gelê Kurd li ser qirkirina çandî û tunebûnê bû, dest bi têkoşînê kirin.

Bi saya hewldanên afirîner ên Rêber Apo, wêrekî û fedakariya mezin a gelê Kurd, bi pêşengiya jin û ciwanan serketin hate bidestxistin.

Êdî her kes dizane û qebûl dike, gelê Kurd, bandora qirkirina çandî bi têkoşîna mezin a Rêber Apo û PKK’ê şikand. Bi têkoşîna nîv sedsalî re, Kurdîtiya kole ya li ber tunebûnê bû, rakir ser piyan, zindî kir û Kurdbûna azad hate afirandin.

Berxwedana Gerîla a dîrokî Zap, Avaşîn û Metîna jêre pêşengiyê dike, bi lehengî ya gelê me ya li çar hêlên Kurdistanê û derveyî welat, têkoşîna dostên me ya li her qadê derbên giran li faşîzma AKP-MHP’ê xist û ew gihand ber hilweşînê.

Tevgera Azadiya Jinê ya Kurdistanê, ku li ser xeta Jin, Jiyan, Azadî destpê kir, bi têkoşîna xwe ya îdeolojîk û pratîkî, li çar aliyên cîhanê bandor li jinan kir. Tevgera Ciwanên Kurd li dijî modernîteya kapîtalîst pêşengî ji pêşketina tevgereke ciwanan a navneteweyî re kir.

PKK’ê, berxwedana Gerîla, gel, jin û ciwanan silav kir û wiha got:

Em di wê baweriyê de ne Berxwedana Azadiya ya li ser xeta fedaî tê kirin, wê di sala 46’an de hîn xurt bibe û serbikeve.

Li ser bingeha kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re’, dest bi sala 46’an a partiyê dikin. Kampanya Azadiya Navneteweyî ji aliyê dostên me ve destpêkir, gelê me û mirovahî jî xwedî lê derketin, bi xurtî dewam dike.

Gelê me û dostên me, jin û ciwan wê di sala nû ya partiyê de, li dora azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û li ser bingeha pejirandina paradîgma demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê, têbikoşin û serketinê bidestbixin

Komîteya Rêveber a PKK’ê got êdî ‘Tevgereke Demokrasiyê ya Navneteweyî’ destpê kiriye û wiha domand.

Sala 46’an a Partiyê wê bibe sala têkbirina faşîzma AKP-MHPê. Li ser bingeha Kampanya Azadiya Navneteweyî, em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin, çareseriya pirsgirêka Kurd pêk bînin. Tu hêz, tû êrîşa dagirker û kujer, zilm û hîle wê nikaribe pêşî li vê serketinê bigire.

Gelê Kurdistanê wê ti carî rê nede mîna xelkê Xezeyê bibe qurbanê şer û berjewendiyên herêmî û navneteweyî. Em ê li her qadê têkoşîneke xurt û bi bandor bidin meşandin.

PKK’ê di dawiyê de wiha got:

Lazime li ser bingeha Kampanya Azadiya Navneteweyî hîn bi xurtî û bi biryardarî dest bi sala 46’an a têkoşînê dikin. Bang li her kesî dikin Roja Damezrandina PKK’ê bi çalakiyên piralî û coşeke mezin, bi Kampanya Azadiya Navneteweyî pîroz bikin