Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên hatin qetilkirin li Rihayê nobeda ‘edaetê’ digire, diyar kir ku hiqûqa serweran wê rojekê teqez bi dawî bibe.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê sala 2018’an ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di êrişê de birîndar bû, 104 roj in ji bo edaletê nobedê digire.

Malbat, ji ber tedbîrên vîrûsa koronayê çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê dewam dike.

Bi navê malbata Şenyaşar li ser Twitterê peyamek hate parvekirin û hate gotin, “Di vê têkoşîna edaletê de ku me bi hêvî dest pê kir, piştgiriya raya giştî hêviya me mezin dike.”

Malbatê got, “Heta ku berpirsyarên rasteqîn bêne darizandin têkoşîna me wê dewam bike. Hiqûqa serweran wê rojekê teqez bi dawî bibe.”