Endama Komîteya Zindanan a PKK-PAJK’ê Rozerîn Ocalan, têkildarî çalakiya li zindanan ji ANF’ê re axivî û got;

Hevalên me yên li girtîgehan cara yekê ye ku di vê astê de bi dirûşma ‘Jiyana di nava şert û mercên Rêbertî de ji xwe re dikin esas’ pêvajoyeke radîkal dane destpêkirin.

Rozerîn Ocalan dazanîn ku, faşîzma AKP-MHP’ê, bi dijwarî êrîşî eniya li zindanan dike.

Lê hevalên me, qonaxa duyemîn ya berxwedanê dane destpêkirin û bersiva mezin ya şoreşgerî dane faşîzmê.

Rêbertiyame jî, di mercên giran de, bi îrade û biryardariyek dîrokî li dijî hêzên hegemon û li dijî faşîzma Tirk, Îmrali kiriye navenda berxwedana fîîlî û îdeolojîk.

Ji bo vê jî, gelekî girîng e ku hevalên me yên li zindanan bi kûrbûneke xurt a li ser pêvajoya pêngavê her kêliya xwe, her roja xwe bi biryardariya li ser xeta rastiya Rêbertî derbas bikin.

Qonaxa duyemîn jî, li pêşberî rastiya Rêbertî weke helwesteke rexnedayina hevrêtiyê ye.

Di nava mercên zindanê de ku her cûre zext û êşkence lê heye, daxwaza jiyana bi Rêbertî re, ya bi 24 saetan sekneke gelekî bi rûmet û bi wate ye.

Di vê sekna bi rûmet de ruhê şoreşgerî yê hevriyên Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr û Sakîne Cansiz tê dîtin.

Rozerîn Ocalan, çalakiya ‘Nobeda Edaletê’ ya dayikên girtiyan jî silav kir û got;

Divê li dora çalakiya dayikan civakîbûn û hestên piştevaniyê bên afirandin.

Eger, vîna berxwedana li Wanê werê bîra civakê, wê werê dîtin ku berxwedan her dem serketinê tîne.

Berxwedana li Wanê, li Tirkiye û Kurdistanê atmosfereke psîkolojîk û derûnî ya pêvajoyeke demokratîk afirand.

Em bang li her kesî dikin ku bi vî ruhî li dora pêngavê bicivin û xwedî li berxwedana Rêbertî û hevalên me yên li zindanan derkevin.